mebere ḧełqey dway karî dîwan

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  792 Dîtin
mebere ḧełqey dway karî dîwan
dêwaneyîye û peyřewî dêwan
ba kes darîş bî û kakîş le teka
ke kewtye tika, abřût tika
nwêj le pişt mela û piław lay şêxan
ke şeř kewte naw biçore ser şaxan
destî dost maç ke û le zêřî bigre
destî dujminîş marî pê bigre
diz û dirozin bedin em dwane
seg le seg berde û le dûr biřwane
ewey be řast û diro swênd exwa
pêy baweř meke ba bişłê be xwa
agadarî mał be xwa mespêre
ew derbest nîye berçawî têre
em nesîḧete bigre gwê beste
ełên xerbeste xawendî řeste
pyawî hunermend kesase lêre
be dû zig birsî û be zigê têre
le baran řay kird bo jêr ḧesarê
keçî beserya řûxaye xwarê
amoşoy hendê be serzarîye
mox û îsqanî piř mirdarîye