serma û giranî ke pêkewe hat

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  597 Dîtin
serma û giranî ke pêkewe hat
latî û nehatî řûy kirde wiłat
sałanî pêşû bo sardî zistan
kursî û lêfe bû le ser agirdan
êsta hîç małê lêfey nemawe
beřastî bergî hetîw diřawe
tefreyan dedayn şeř biřayewe
taze giranî dête kayewe
hemû çiştêkman wek berd girane
bo quřbeserî her quř herzane
darçî û xełûzçî emeyan beş bê
daryan tê biřrê û řuwîşyan řeş bê
towêk bû pêrar kabrayek çandî
herçî boy řêkewt bo xoy fiřandî
kurtanî deccał wa hełweşawe
cêgay teqełî weyskey nemawe
be «miḧemedî mehdî»yiş çak nabîn
xwa way xelq kirdiwîn ebê herwa bîn
ke tirs û pirsî xwaman nemênê
«îḧtîkar» zyatir pere esênê
quř beser ’eqłî ewey wa deka
ke xoy şermendey lay xwa deka