bêwefa marf becarê boç lebîrit çûmewe

bo mîrza marfî şa’îre
Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
Berhema:
Eḧmed Muxtar Caf (1896-1935)
 1 Xulek  677 Dîtin
bê wefa marfNava taybet becarê boç lebîrit çûmewe
bo çî nazanî eme çen řoje min hatûmewe?
ey nefam çon şêr esîrî penceyî řêwî ebê?!
şahbazit dîwe ta emřo be çingî bûmewe?!
hatmewe bełkû ke çen weqtê le ẍem farẍ bibim
çawî fettanîm ke dî dîsan leser xo çûmewe
ehlî em şare le weqtêko ke to win bûy le min
mat û bê dengin be şêx û cûleke û malûmewe
zor etirsim to nebînim ya biřomo çawekem
namurad û derbeder bim bem diłey meḧrûmewe
pêy witim eḧmedNasnava edebî leber çî qametit wa xem buwe
bo çî êstaş way be daxî taqekey ebrûmewe?