diłî xwênawe bulbul bo lebî wek le’lî řummanî
Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
Berhema:
Eḧmed Muxtar Caf (1896-1935)
1 Xulek
664 Dîtin
diłî xwênawe bulbul bo lebî wek le’lî řummanî
le bałayî ewa peste qedî serwî gułistanî
be îmay çawî ḧałîy kirdim eyfermû meger bimrî
tenezzul kem ke bême ser mezarî to bemîwanî
qeza em firsetey dam çûme ber derganekey emřo
ser û jêrî zubanî her cinêw bû bo řeqîbanî
bewîş ḧetta bexîlîm bird ke cwênî da be eẍyarî
nesîbî min nebû ew cwêne ta xom kem be qurbanî
witim ḧałit çilone hamcelîst kêye ew fermûy
dyare her diřk hawdemye guł, boç şêtî, nazanî?
gedayî û swałkerî ber małekey, destim kewê řojê
xwa neyka ke min bîdem be text û tacî sułtanî
diłî sewdazedey eḧmedNasnava edebî giriftarî kesêke wa
ke dî wa ḧełqeḧełqe zułfekanî kewte ser şanî