eger hatî xoł bikey be serda

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  725 Dîtin
eger hatî xoł bikey be serda
le małegewre û xołî berderga
eme bo gewrey sexî bêjrawe
beser çirûkda her xak bêjrawe
xizmet bo merd û şefqet bo wirdan
hamřazîy derwêş, bêdeng bo nadan
tenya be ’îlim û exlaq binaze
dewłet negbete le xway mexwaze
ke zanît dost û xwêşanit ehle
hemû karêkit ewsa bo sehle
herçî dił xoş ka eyxene meydan
xak beser pare, ke eyken penhan
nefis û jin be cût beserta załe
ewyan dûpşike û ew zerdewałe
«tîẍ» řastigoyye û «zirê» qena’et
bexşîn «kemend»e û «sikût» selamet
ke be řencî şan destit nekewê
řoj xercî ekey, nayxeyte şewê
bełam ke řenicit legeł kêşa bê
naybexşî meger serit êşa bê
îstîẍna û tuẍyan ke dwa be dwaye
baweřit bibê fermûdey xwaye