ewey ke îşî nabecê eka

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  612 Dîtin
ewey ke îşî nabecê eka
řenge xoy ewe be baş têbga
eger têtgeyand ke napesende
eşê leserî neřwa ewende
xo eger hatû gwêy lê negirtî
to bîbřewe îtir be kurtî
kesê gileyî dostî lay to kird
to baweř meke herwa destubird
takû le cwabî ewî tir egey
înca etwanî ḧukmî xot bidey
«selem» fêłêke mał be deẍił ebiřn
ełên şer’îye, destî pê ebiřn
cerdeyî kewa be aşkiraye
hîç nebê ẍezwey merdî têdaye
bełam be nawî şer’ewe «riba»
abřûy şêwey dyanet eba
ebê řojêkî waman le bîr bê
destiman le çakî pêẍember gîr bê
ew «çake» çake bot dênête gîr
pendî pyawî pîr pesende lay jîr
caran egeřan bo pyawî řîşdar
êsta wa pirç û řîş buwe be ’ar