dostit be cefa ebê be dujmin

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  699 Dîtin
dostit be cefa ebê be dujmin
çake, xirape derdênê le bin
ême le çwar şit dirust kirawîn
le xak û bad û agir û awîn
ew çware legeł yekda hełnaken
kê dełê însan peycorî çaken
şukirî xwa bike řojît zyad ebê
sipłe hemîşe řenc be bad ebê
çwar şit bo çwar kes ebte namerdî
bo ’alim «kîbir» û bo małdar «řijdî»
«řûhełmałrawî» jinî bê’abřû
nadan ke «diroy» la buwe be xû
çwar nawyan boye le çwar kes nawe
leber kirdewey lêyan řûy dawe
«çirûk» ke xoyşî le małî naxwa
«bexîl» ke hîçî lê nada be xwa
«sexî» ke eyxiwa û eyşîdate xełk
boxoy û nasyaw, boy ebê be kełk
«bexşinde» hemûy ebeşêtewe
ewey pê ebřê emênêtewe
bexşîn îsrafî hergîz tya nîye
bo dujminîşî her sexyetîye