dû kes ke diłyan le yek zwîr bê

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  670 Dîtin
dû kes ke diłyan le yek zwîr bê
wayan lê meke, kesyan şêtgîr bê
çunku ewane ke aşt bûnewe
wa le to deken biçye kunewe
çwar kes be çwar xû pestin û bê des
temeł û nezan, nakes û bêkes
çwar xûyş heye pyaw pêy debê bêbak
dił û destî pak, kirde û birdey çak
ewî bo dostî bê ’eyb egeřê
ta demrê dostî way nayete řê
ewî le dostî be byanû û tor bû
katêkî zanî dujminî zor bû
ke dostit legeł dujminit hełsê
be dû řê nabê to qînit hełsê
eger dost dost bê bo aştyane
lêy geřê û mełê le lam girane
xo eger zanît dostî napake
ba bo dujmin bê, her bo ew çake
aweł pyałe, newałe xore
bo kase û kîseyş mendebûr zore
ke sifre û xwanit hate ser «dokłîw»
kes le dergaket nayête emdîw
bełam ke kebab bû be babołe
têy ewwirûjên, řołe û babołe