nokerîy dîwan hênde şîrîne

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  696 Dîtin
nokerîy dîwan hênde şîrîne
çizûy cezay la, şanî hengiwîne
çend xoşe biłên: muşîr ya wezîr
lay waye «huma»y bo hatote gîr
«mîm»y muşîr û yay wezîr «mê»ye
sermestî «şêr» û «wizir»yiş emeye
nazanê mesned ta bałatre
legeł lêyan xist daxî zortire
pyawê sed zêřî da be kuřekey
witî: bo ewey şitê têdegey
kuř parey hełgirt lay wezîrê çû
ke «sidra’zimî» sułtan selîm bû
witî: wa emem bo to hanîwe
tom bem pareye musteḧeq dîwe
witî: tênagem! çon ḧeqî mine?
em qiseyey to bê ser û bine
witî: ke yawiz le sedir’e’zeman
çwarî kuşt û to, hatye cêy ewan
witî řast ekey mergim le pêşe
bełam arezûy berzî bekêşe
binyadem tîẍyan leser řagirin
bo sedir’e’zemî xoyan nagirin
pişîle řizgar bû le dest tîrezen
witî: mişk û jêr kendûy pîrezen