ey ew gewraney ke fen ezanin

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  915 Dîtin
ey ew gewraney ke fen ezanin
be teyaretan le asmanin
yaxo be cezbî quwey kareba
řadyotan peyam bo gêtî eba
em «fendeł fêłe» kełkê nagrê
beşer be fenî bombatan emrê
eger řast eken çiştê bênne naw
nef’î ’alemî têdabê tewaw
em hemû gyadar lenawbirdine
hemû bo hewłî zig têr kirdine
herçî ke nebê çarî ekirê
birsyetye kes bergey nagrê
sa eger azan çiştê bênnedî
binyadem îtir bê xwardin bijî
ewsa ne şeř û ne hera debê
em xełke têkřa wek bira debê
namewê çarî mirdin bikirê
merg nebê dinya emende nagrê
ewî ke xwardin be ’eyb ezanê
azaye hełka řojê be nanê
bełan eger bê û xwardin nemênê
konabêtewe dû kes le şwênê