pyaw ke le cêgay nizim heł’engût

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  1088 Dîtin
pyaw ke le cêgay nizim heł’engût
hełdestêtewe be lût û bizût
bełam le cêy berz ke kewte xwarê
serugwêlakî eşkê be carê
her lêrem dîwe, dostî sersifre
hênde dem germe, gulle nebře
legeł tenganey ew pyaweyan dî
piławxorekan ebne mudde’î
ewaney kewa wefa nazanin
demim nayênê biłêm: însanin
xozge jîn damẍey xellaqî bwaye
be nawçewanî pyawya binaye
ewsa ewane ke enasran
le komełî pyaw derdehawêjran
çendê ke swêndî sê tełaq baw bû
hendê sê berdî le gîrfan nabû
êsta sê berde fiřê dirawe
swêndî şeřef û namûs le nawe
şeref le eşraf ke wergîrawe
hêndeyan kar kird «fîkey» swawe