baran ebarê keçî hetawe

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  853 Dîtin
baran ebarê keçî hetawe
ewe be kurdî «gurgezê»y nawe
her bêçwe gurgê, ewdeme bizê
řołe le berî dayk edzê
gurg sałê carê meř efřênê
binyadem daym xwên eřjênê
lay ême kuştin yeke hunere
gurgîş bo gîskê xwênî hedere
tûřeyî û şeřî «řemezan» bawe
be nay nařewa «sefer» bednawe
her yek qumaşe û qîmetyan cyaye
her serbanêke û dû heway tyaye
be teqawîtîş nałên însanin
xoyan le nesłî ewan nazanin
ewaney kewa munkîrî babin
înşełła hîçyan teqawît nabin
cûcełe serî le hêlke derçû
keçî be dendûk twêkłî berbû
be êstiryan wit: bawkî to kêye
witî: řesenî daykimim pêye
êstir darî bo «nemrûd» kêşawe
leber eweye towî biřawe
ême wek şeytan ekewîne beyn
agirî cehennem bo yek xoş ekeyn