řêwî tełebaz bû be faqewe

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  709 Dîtin
řêwî tełebaz bû be faqewe
nasrewê bedem waqe waqewe
dełekîş katê ke gîra etsê
kerwêşkîş tancî dî eḧepesê
kerwêşk ke enwê çaw naqûçênê
ke řawkerî dî xoy exefênê
kemtyar dengî xoşî pêxoşe
qulepêy esmin hêşta bêhoşe
em sîfetane bo pyawîş waye
herçî eybînî beşêkî tyaye
hendêkman heta nekewtûne daw
şanazî eken be naw û be daw
şa be sepanî xoyan nazanin
pêş xo nabînin, hênd berz eřwanin
legeł têy gîra ebê be dełek
şaxî lê eřwê wek manga bełek
ke řizgarîş bû dîsan wek caran
eybînî ne bay dîwe û ne baran
binyadem leser ḧałê namênê
dewłetî dinya ser eşêwênê
bitbê lat keme, netbê xefete
her qena’ete pyaw pêy řeḧete