her kesê kewte naw em cîhane

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  952 Dîtin
her kesê kewte naw em cîhane
estêrey bextî le asmane
ew xwapêdawey estêrey geşe
herçî xwa bexşî ew xawend beşe
eweyş estêrey sîs û bê feře
danay dinyaş bêt, her axirşeře
xwa dinyay bo keyf hênaye berhem
kê twanîwyetî biłê: minîş hem?
bedbext ewete ke be ’eqłî xoy
eřwa beřêda, keçî nalwê boy
caran ke şarêk padşay emird
şayan ḧewałey ře’î baz ekird
baz beser kêda binîştayewe
ewe melîk bû, ebřayewe
sa çî bikem eger min lewê ebûm
be bonî kebab, baz ekewte dûm!
ew çaktir kewa şahîm des nekewt
be karî dîwan diłim ne’esrewt
em bê xefetye û ser’azadîye
des kê ekewê? xudadadîye
yekê be espê buwe be damad
yekê řenceřo buwe wek ferhad
herçî bê hemûy ebřêtewe
çakeye bo pyaw emênêtewe