ke xirapet dî û muqabelet kird

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  635 Dîtin
ke xirapet dî û muqabelet kird
nawî xirapît leser xot bar kird
be çake cezay xirap beytewe
bewe girewî pê debeytewe
bed, bo dostî ekewête dût
اەûْhene albuyût, beyْtu al’enْkebut
wek şîr hełmeço be tînî giřê
dwayî qapêkî boşt pê ebřê
be şêneyî bî, şwên bizir nakey
zû mandû ebî, eger tund řakey
tenha bo çake be destubird be
derbestî diłî dirişt û wird be
be tedbîrî dost kar bibereser
xwa fermûyetî: «شەاûیرْhumْ fîy alْئەەمْr»
konepoşanîş be kem mezane
kilîm, kelîmî têda penhane
zêwerî dinya her bo jin çake
merd le arayş dûre û bêbake
wa çawit lêye ke koçî xêłe
nawî çak le şwên xot becê bêłe
tuxwa nayzanî dewłet û małit
legełta nabê, hawar be małit
gunahekete ke wefadare
le naw gořîşda hawdeme û yare