çarey řizgarî řêy řaste, řaste

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  768 Dîtin
çarey řizgarî řêy řaste, řaste
parêzî nexoş be nan û maste
pyawî bê řojû êwarey lêhat
kiz dadenîşê peşîman û mat
aẍa emir eka û xizmetkar nayka
řûyekî ewê ke temaşay ka
pyaw hîwadar bê newek nahumêd
çon ejît eger hîwa bibřê lêt
hîwaye bergey tengane degrê
ke bê hîwa bî biřistit debřê
baweřit bibê ke em xudaye
dwayî řoj ecir û cezay le laye
zordar ke êsta le xwa natirsê
«meřnemûke»y goř dê û lêy epirsê
ewsaye hawar parey bo naka
řêgayşî nîye ke hestê û řaka
lûtî le berdî elḧed ekewê
heway zordarî ewsa enewê
ca eger însan kirdewey çak bê
lewêşa bêbak gořî řûnak bê
ber ’efû lîqay yezdan ekewê
cêgay beheşte îtir çî ewê?