hawînî bê aw! ay çît pê kirdîn

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  595 Dîtin
hawînî bê aw! ay çît pê kirdîn
wek masî nawî cergit řeş kirdîn
axrî wa çiley toyşiman birdeser
çile çwar new’e, yekêkman beter
caran cê małî baweşaban bû
êsta dermanî ewîş herzan bû
hemû karêkman bo debê asan
merd ew merdeye nebê herasan
xoşî û tengane namênin ta ser
pendêkman heye ke bîkeyne ber
be tałî û xoşî her biłêy eřwa
newek be zuban, be dił û biřwa
kelîmey «a q bi a li» pendêkî tyaye
werî gêřyewe xoy «li a bi q a»ye
le qur’anîşda fermûdey xwaye
řaste tengane xoşî le dwaye
çend xoşe însan wa diłnya bê
bûn û nebûn lay karîger nabê
bextyarî pyaw, diłî bê ẍeme
ba xełk her biłên danayî keme