gêtî leser hîç barê nawestê

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  800 Dîtin
gêtî leser hîç barê nawestê
çon ebê dana piştî pê bestê
pak hełdexzê û hełdesêtewe
napak neyşkewê naḧewêtewe
hendê ke dostî cah û îqbałn
ta le mesned day cêt bo emałn
legeł lêkewtî bibřay bibřaye
hatyewe kaye, her ew sewdaye
xozge pêstî řûm çermî ga debû
terîq bûnewem lela ba debû
bo çermeserê zû be kêş ebûm
le hemû şwênê her lepêş ebûm
bełam quř beser ew kesey waye
em řezałeteyş mergî le dwaye
ay bo nanêkî kesbî řencî şan
ser azadetir le şahî cîhan
emane hemûy fermanî xwaye
kwa desełatî bendey têdaye
deryay qedere, ’eqłî tya gume
«zeyّene lehum ئەەعْمەالەهûمْ»e
hendê eyewê le meclîsan bê
hendêkiş nawî le naw nawan bê