çwarde pende «hoşeng» daynawe

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  821 Dîtin
çwarde pende «hoşeng» daynawe
ke le xezêney «keyan»da mawe
pendî ewełî bo dûzubane
be dûzubanî weten wêrane
caran ewane zubanyan ebřîn
ême ewane be pare ekřîn
fîtney dûzuban dost le dest eda
ewî gwêy lê girt dest le dest eda
sê kirdewey bed kewte naw beşer
bawik, bira û dost, zû eda be şeř
bed’ehdî û diro û qîn lêk hełgirtin
bese bo bînay xoşî hełgirtin
merdêkî gewre ke hate řûy kar
makîney diroy bo exene kar
eger ew merde nîyetî çak bê
bo řênmayî xwa diłî pak bê
hênay řûbeřûy yekî kirdinewe
dyare girewî zû lê birdinewe
îtir dirozin le koł ekewê
ewsa qîmetî dost derdekewê
be hoy dostewe kar eçêteser
xwa fermûyetî: «شەاûیرْhumْ fîy alْئەەمْr»