aw le ezelda ke řûne û pake

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  708 Dîtin
aw le ezelda ke řûne û pake
le kełkî exa ga be şyake
zor pyawî pakî temîz wek gewher
hawinşînî bed lekey xiste ser
xwastî xwa waye, ke zor merdî xwa
be çawwiřawî bed tefre exwa
pełe dernaxa ewey řeş kare
qumaşî sipî lekey tya dyare
ax ew kesaney ke çak egořn
bo jyan naşên şaystey gořn
ne karî ’eqłe û ne dîrayete
«شەیەاتیینە alْ’yînsî ûەالْcîn» ayete
xwa bitangirê pyaw xirapîne
legeł çakanda çîye em qîne
şeytan le řastî çwar çakman lada
êmeş çwarçakman bikeyn belada
ba bes le kelî şeytan serkewîn
tozêkîş lenaw xełka serkewîn
’eşret bizanin carêke û em car
nekewne xotan, ekewne jêr bar
berate û qapî kirawetewe
beratî necat nûsrawetewe
her hêndey ewê biłêy minîş hem
hemû karêkit bo dête berhem
egîne bergey giranî nagrîn
cawîş girane, bê kifin emrîn