ełên gundore be řeng nanasrê

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  700 Dîtin
ełên gundore be řeng nanasrê
her tirê çake, tamî eçêjrê
şûtî be şertî çeqo ekiřn
carê le pêşda be xêwî ebiřn
kaşkî bo pyawîş eme bibwaye
neyannasyaye, dayan nenaye
ewî bezeyî be kesda naye
goř ewe nîye bîhênne kaye
zistan bo xurî meř ebřinewe
behar hat meřî tir ekřinewe
ta şarezûrim be desteweye
hemîşe «karê»m be řîsteweye
ewey be řencî şan des nekewê
hemûy da’enê be keyfî şewê
ełên şerabî mifit be xumare
nazanin xumar derdî qumare
şeytan însanî le řê birduwe
qumarî hênd la şîrîn kirduwe
lew şwêney danîşt nayewê hestê
řêy îş û karî tirî ebestê
řastîşt ewê «poker» zor xoşe
«banqo û sîwyek û konken»y boşe
bexot menaze be hoş û tedbîr
poker nezanî, nabî be wezîr