lenaw gêjawî gerdişî dewran

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  668 Dîtin
lenaw gêjawî gerdişî dewran
be nepeşokan ebye melewan
eger sebirit bû hîç naşłejêyt
ke pelet nebû hełnaxlîskêyt
hawinşînî bed exlaq egořê
pyawxirap çakîş exate gořê
ew padşayey gwêy le «haman» girt
legeł mîlletî xoy derî nebird
îman ewete ke le dił derbê
nek tirsî şîr û ḧepist le ser bê
le geł xirapa nałêm to çak be
bełam be kirdey çak xot bêbak be
le bexiş û bexşîn peşîman mebe
be şertêk dostî «le’îman» mebe
çend xoşe xewî xoşî bê girê
dujminit nebê, xoşît ser’egrê
řoj erkî mesned, şew xeyałî mał
sirewtit nabê û ’eyşit ebê tał
to ke ezanî hîç ta ser nîye
em teqellaye û erket bo çîye?
lêde le tîpî řendan be tî tî
çî debê, bibê, keyfî xoyetî
hezar wek to hat û têpeřî
pasyan ekird û segyan pê weřî