her kese hewłî gyanî xoy eda

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  547 Dîtin
her kese hewłî gyanî xoy eda
hîç kesim nedî řoḧ bika fîda
herçî hełdestê nîştiman perwere
ke derfetî dî, beşî xo bere
eger her melê hencîrxor bwaye
eşya be kałîş hencîr nemaye
ewane kewa serkewtûn tewaw
be fîdakarî lawan hatne naw
hendêkîş pyawyan ekewête řê
twêkłeşûtyan exene jêr pê
«diřk» exene jêr kilkî êstirî toř
bo ewey swarî biglênê be zor
lîsî kwêrîye kewtote nawman
herwa ekewê le ser û çawman
bo hemû karêk ẍaye pêwîste
bê ẍaye û meslek her nengewîste
ewey exwênê û eyhênête kar
ebê be çira bo řûnakî şar
hendêkî waş hen çira wekujênin
«cûte» ehawin, kase eřjênin
emane ebê ke «eşkîl»yan ken
ya be «neqîze» řeqen kêłyan ken
hî waşyan heye «qoç» eweşênê
kełekî «mîrî sûr» eřûxênê