bewr û řeşeba, ḧez le yek naken

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  630 Dîtin
bewr û řeşeba, ḧez le yek naken
xwa ba her dûkyan le yektir řaken
em dwane hawîn eger yekkewn
henase ebiřn «mêmil»y xewn
çend xoşe heway saf û sîney saf
le pêşda eme, xwa dabûy be caf
êsta le şwên «řist» xêwetî şay caf
řistî «řest» estoy pêça be tenaf
poker alîkî xistote coker
dyare pîşey wa çon eçête ser?
ey giłe kwêr bî bo meḧmûd paşa
dek şermezar bî çerxî çewaşa
le şwên awazey qur’anî ewan
kar kewte «karê» û «filoş» be şewan
gwaye «îdman»y payey biłinde
bełam kê ełê kerit be çende
şeř xawend mułkî kird be «mîloner»
ba hezar dînar biden be «poker»
xo kesyan nałên hejarman heye
çaw hełnabiřn bizanin keye?
dway ewey şeř û giranî laçû
ełên dirêẍa ewîş xewê bû
wek min be dengî îza’ey kurdîm
ełêm xewê bû, dîm û ya nedîm