sipłe şerbetî gyanî derxiwardey

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  645 Dîtin
sipłe şerbetî gyanî derxiwardey
řojê netdayê, ełê: «biřo dey»
seg parwe nanê le to bibînê
şwênit dekewê bo hemû şwênê
huner lay pyawî «newsin» nabînî
«tenperewer» hełdê ke geyye tînî
zewî le asman her boy debarê
le zewîş bo ew, toz û ẍubarê
kewa bû ebê paye biłindan
pare bibexşin be mistemendan
xway çawî lêye, ’eybit epoşê
hawsê bo ’eyb, le ẍeyb ekoşê
xirape bike legeł pyawî çak
bełam merḧeba meke le napak
çak xak bo ser xoy ebêjêtewe
napak mîlletêk eřêjêtewe
bê dewłetî řû ekate şarê
be «dewen be aş» baraş ehařê
em qewmî kurde bewe demrê
hîç kes, hîç kesê le jûr xoy nagrê
ew dełê xawend pêwane û gezim
em dełê ezim wa hełdebezim
řojêkyan lê dê kewa sersextî
ebête mayey kizî û bedbextî
ewsa ke dewran řûy kirde keçî
ełê «gezî çî»? laço «cawî çî»?