řeşeba şeřye, eyşiłên behare

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  560 Dîtin
řeşeba şeřye, eyşiłên behare
çerxî çepgerdîş, şiřî behare
xwa em gerdişe boye enwênê
biłên: hîç leser řêy xoy namênê
xwa fermûy: eger le qełayşda bin
řizgarî nîye le çingî mirdin
eme be çawî xoman ebînîn
keçî be mirdin îman nahênîn
eger be mirdin îmanman ebû
girancanîman lenaw derdeçû
hemû řizqêkman yek bede zyad kird
abřûy ayînî îslamyan bird
bo xwênî hejar qep dirêj eken
her bew xwênewe eçin nwêj eken
hîç sałê birinc wek emsał nebû
têfkirin! nirxî le wize derçû!
se’dî fermûye: bo em hełdaye:
«berd bestirawe, seg berełdaye»
minîş bêtirs û pirs bim wa ebim
be tefrey şeytan zû îẍwa ebim
em toz û xołey eykene xele
le řêy ayînda her ẍeşe û ẍele