ewey dezanî goştî pê nagrî

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  719 Dîtin
ewey dezanî goştî pê nagrî
xemî bo mexo, be şwênya megrî!
bêguman herçî ke xwastî xwa bê
be kes nagořê her debê wabê
bo xwapêdawan le piř ebarê
zor parûş le quřg naçête xwarê
xwa neydawetê ke bîxwa însan
keçî pêy dełên: leẍawî şeytan
kewabû îman be xway xot bêne
be xefet diłî xot meřencêne
ḧedîs fermûye: îman be qeder
pyaw eparêzê le řenc û keder
hî wa debînî ke kem îmane
her kirdey ewe û birdey şeytane
xwa małî dunyay dawe bo xwardin
her xwardin çake û xoş řabwardin
dewłemend baweř bemane naka
ew her eyewê zortir peyda ka
ełê: ke pare xerc key namênê
ke neşma, xełk pêt pê ekenê
emîşe řaste lay pareperest
ax merg bwarî kes nada be bist