xwa zîndewerî cwê cwêy danawe

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  512 Dîtin
xwa zîndewerî cwê cwêy danawe
hîç kes le wêney yek nexułqawe
siruştî adem le çwar ’unsure
zidî yek: ba û xak, aw û agire
emane legeł yek çon hełdeken?
ta destyan biřwa yek lenaw ebin
boye gewreyan leser dadenên
ke hełkirdêkyan bikewête beyn
bo ew kesaney kewa bedxuwe
le beheştewe kutek hatuwe
eger tewjimî bagirdên nebê
diłopeş ebê û xanûyş etepê
ga bê neqîze ho nakatewe
fîl be bê çekuş mil nadatewe
espî bê leẍaw swar hełdegrê
seg neybestyewe mîwanit egrê
hendêkî wayş hen be diłnewayî
xizmetit eken zor be azayî
bełam ewane bedkar nayewê
toxin be gewrey dîwanî kewê
xwa fermûyetî: şeytanî însan
her le însane bo diroy nîsan