mirdin be ’îzzet tenha carêke

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  849 Dîtin
mirdin be ’îzzet tenha carêke
jyan be zyan giran barêke
nabê dujminî xot be kem bigrî
derzî xwênî řeg berda pêy emrî
ta tirsî mirdin nehatote pêş
qurban qurbane le aqarî pêş
le seremerga dêyte tengane
gyanî firzendîş lelat qełẍane
zor bira heye, ke małî biřa
legeł birayşa birayî biřa
ta bawik mawe bira biraye
mîrat kewte naw heraw û huryaye
hendê tema’yan hênde meḧkeme
swêndî diroyan xward le meḧkeme
ḧuccetî ḧece mayey diroyan
«ḧicralasud» řwî kirde řûyan
gunah le pare be wefatre
tenha gunahe hawdemî qebre
ḧacyetî bo min zor kełk egrê
baweř be swêndî dirom ekirê
nazanim dinya darî bê bere
dewrey jyanim pêçî mêzere