legeł dił şertî min waye heta řojê ḧeyatim bê

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
Berhema:
Eḧmed Muxtar Caf (1896-1935)
 1 Xulek  2263 Dîtin
legeł dił şertî min waye heta řojê ḧeyatim bê
beşî ew derd û ẍem bêt û minîş matem xełatim bê
be textî qeyser û keyxesrewî nadem eger dulber
qibûłim ka be bendey xoy le cêy mûçe û beratim bê
eger maçî demî řojê xwa bîka be qîsmet bê
be zehirim bê eger min arezûy nuqił û nebatim bê
witim ey bit le lam peşmin hemû ayîn û dînê min
be yadit řenge meylî peyřewî ’uzza û latim bê