azayî bawan be wars nabřê

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  775 Dîtin
azayî bawan be wars nabřê
zor wecaxzade le birsa emrê
tirsinok serî le îş derdeçê
bełam nawêrê le gij îş hełçê
ta bext û qîsmet bot nebin be yar
hoş û hunerit bo nakewne kar
xo le tehluke, parastin ferze
hendê car sikût şî’rêkî berze
têhełmequte, biłêy ezanim
ełêyn «nazanim řeḧetî gyanim»
le dirêjeda edeb û kemał
gelê çaktirin le ḧusin û cemał
eger têkoşî û boş danenîşî
nakewîte dwa, daym le pêşî
her xwaye teẍîr eda be tedbîr
wa çake baweř bikeyn be teqdîr
zor car nedîde qîsmet ebarê
parûyş le demit kewtote xwarê
eger ekewye custucoy eḧwał
qise ya le şêt bibye ya mindał
bełam wa çake le hîç gwê negrî
ewsa bê wate û bê ezyet emrî