eger etewê diłit teng nebê

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  659 Dîtin
eger etewê diłit teng nebê
le diłta meylî dawa û ceng nebê
be ḧeq ya naḧeq ke qînit hestê
ew qîne řêgay neş’et ebestê
ke be gijta bên, xořayî nîye
xoyşit eyzanî gunahit çîye?
ełbet to ełêy min xwêndewarim
bo îş û karî mîrî bekarim
bewe etewê berzî binwênî
baqî xełkî tir xwar xot bibînî
nazanî mesned be xwêndin nabê
ewe bekare ke xułqî ça bê
zor «teḧsîl dîde» esûřêtewe
heyşyane bê şêw, ser enêtewe
lew lawe yekê dêt be çawwiřaw
xoy eçespênê ekewête naw
ebê řawestî fewyey derkewê
eweyş xo «sebrî eyîwbî» ewê
awîş nemawe bwar berkewê
ta řeş û sipî têda derkewê!
lew sawe dinya bû be «partîzan»
deste le pêşe zanist, ya nezan