hendê «kelle» hen ke mêşkyan tyaye

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  663 Dîtin
hendê «kelle» hen ke mêşkyan tyaye
herçî ke eyłên lay «nadan» baye
hendê wek «tepił» ke piře le «ba»
ba, dengî ewan bo řêy dûr eba
melayekî baş, melay dêye bû
caş melayek hat be gijîya çû
witî: xełkîne îmtîḧanman ken
xo şukur êwe zor çak tê’egen!
witî: sa mela! gayek binûse
to netxiwênduwe, zubanit lûse
mela «ga»y nûsî be dû ḧerfî wird
hênde wird bû ke çaw karî lênekird
ewî tir řesmî gayekî kêşa
hênde zelam bû barî ekêşa
xełkeke wityan: eme gamêşe
ewî tir le «ga» naka, «gûmêşe»
ca êstaş fikirî «’ewam» her waye
zor kesman têkeł be ker û gaye
egîne dana çon baweř eka?
lem şeře «hîtler» serî xoy derka
nexwazeła xuday ’adil û ’alim
çun mexlûqî xoy eda be załim?