le baregada ta bare kaye

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  650 Dîtin
le baregada ta bare kaye
be dyarî nebey, naçîte kaye
le baregay xiwayş ’adet her waye
bełam bo ewê, dyarî teqwaye
hîç kes hîç kesê nabate beheşt
«de»m bo nejmêrî nałêm bigre «heşt»
emendey heye pyawî wefadar
eger dest kewê, ew bike be yar
dostî ser sifre, lay çepa sifre
le tenganeda be dostî megre
her çî lelay to exwa ke řoyî
ełê: lêman da, be kerî xêwî
nazanê ewey nan be xełk eda
be hîway padaş, řenc be ba nada
eme zewqêke xoy le lay xoşe
egîne hîway ẍeyrî xwa boşe
hezar car taqî kirawetewe
kerem padaşî nedrawetewe
heye be dersî ’îlim û be pare
’umrî xoy dana kem kesî yare
yekêk enasim ke le «hewlêre»
le ’îlim û nanî, ’alemê têre
keçî nan xorî zorî ḧesûde
hendê pêy ełên, řencî bêhûde
ḧaşa le lay xwa payey biłinde
îtir ba sipłe nebê be bende