tîẍî cewherdar herçende cwane

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  676 Dîtin
tîẍî cewherdar herçende cwane
cewher nařêjê pêwe çespane
bełam cewherî însan epřijê
be hoy ewewe, zor xam ebirjê
tîẍî cewherdar birîndar eka
pyawî be cewher zam tîmar eka
pyawçak pel û poy eka be sêber
lew sêbereda kar eçête ser
sêberî darî gwêzî kwêr qurse
le jêr darî «bî» binû metirse
dar gwêz be ḧewt sał înca ber egrê
mêw be sê sałe lêy exurê tirê
ke to umêdî nan le xełk ekey
dyare xizmetî darî pełk ekey
řenc bidey legeł pyawî napyawa
řencî şanî xot edey be awa
pêşînan ełên le dax û derda
hatîte emey xoł bikey be serda
xołî ber qapîy dewłemend pêwe
pare řijawe, ałtûne pêwe
min ełêm nabê em îşe wabê
çunku dewłemend parey gum nabê