leser hîç barê nawestê însan

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  921 Dîtin
leser hîç barê nawestê însan
siruşt dirawe însan le nîsyan
gya leser bincî xoy eřwêtewe
însan ke çênra sewz nabêtewe
ełên řoḧî em leber ewaye
kewabê řoḧîş çeşnî kewaye
ewey ke ełên řoḧî xebîse
řoḧî pyaw nîye, řoḧî îblîse
hî wayşiman heye řoḧî şeytane
«شەیەاتیینە alْ’îynْs» nessî qur’ane
bawcud ke xwa řêm lê têk eda
çîm dest ekewê le dostî beda
legeł bedgoda azay derbere
be muḧawere û be mucawere
pyaw bê cê tund bê, qaçî şeq eba
«sirke» ke tund bê «qapî» şeq eba
ẍeybetî ḧemam deng edatewe
çîtî «beqemîş» řeng edatewe
ew ḧelwa xoşey paşmile eyxoy
xwa fermûyetî goştî biray xoy
zistanan xoşe komełî şewê
bełam «mał wêr», ẍeybetî ewê