dewłemendî «řijd» xawen mał nîye

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  709 Dîtin
dewłemendî «řijd» xawen mał nîye
beçî ezanê ew ḧemał nîye?
sîlaḧî destî ebnay zemane
diro û bê şertî û xyanet syane
diroyekî wa ke bîselmênî
şertêk ke swêndî namûs bełênî
be serzarî dost, keçî be dizî
katêkit zanî her wek mar gezî
legeł ew ḧałe ewan le karan
ełêy ne bayan dîwe ne baran
hemû tazeyek zewqêkî tyaye
mirdinî tazey birsî bełaye
ełên tengane şîddet bisênê
gurîsî hêzî xoy epçiřênê
wa ême piçřayn, gurîs napçiřê
dway ême xoşî be kê ebřê?
«hîtler» le «îtler» cim’e be cerge
be hîç napçiřê hênde seg merge
eyangut segel řawe wirç eken
wirç segî xesand, gunyan çirç eken