tirşît xward danit ał ebêtewe

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  749 Dîtin
tirşît xward danit ał ebêtewe
ke giryay çawit kał ebêtewe
řîs çewtî baden ebê be xurî
qingit teř nebê masî nagrî
naşî teşwêy xoy demesû deka
řyakar medḧî řûbeřû deka
dost berewřû qisey řeq eka
paşmile pyawit leser şeq eka
ew kesey leser sifre dostite
paşmile çawî wa le postite
ewaney fêrî diro û ẍeybetin
řûyan mederê şûm û negbetin
pyawî wam dîwe bo nan û kebab
kewtote zemî mam û xał û bab
eme şûreyî û ḧeya birdine
çarî emane her derkirdine
pişîley bê’ar beşî fiseye
kutekîş xercî hendê qiseye
sed şukur êsta «poker» lenawe
mawey ẍeybetî meclîs nemawe