katê şîrazey kitêbê şêwa

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  792 Dîtin
katê şîrazey kitêbê şêwa
her peřeyekî bo şwênê eřwa
çend coge awê yektir bigrê
«seddî çîn»yiş bê berî nagrê
ke liẍawit da be dem espewe
serdenê be řêy çał û kospewe
to řê le bedkar bibeste, beste
ełên xer beste, xawenî řeste
bo řêy pyawetî bexşîn mebeste
bełê demî seg be luqme beste
to exoy birsî çawî têweye
birsêtî řegî harî pêweye
ke dû kełeşêr hatne şeř kirdin
bo mindałêkîş asane girtin
berdî serişkên ke le yek bidrên
bergey yek nagirin, zû heł’ewerên
emane pendî qewmî xoşbexte
negbet řûy kirde qewmêk sersexte
ke xwa byewê nexoşê bimrê
«eflatûn» bêne çarî pê nakirê
ke bextit nebê ebê quř pêwî
her biłê řeḧmet lewey ke řoyî