le «baḧura»da zor kesman pîşa

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  868 Dîtin
le «baḧura»da zor kesman pîşa
«gelawêj» zû ke, were le pêşa
xawen «gelawêj» kewtote naw tem
wa çake řojê bîbeyne ser çem
hîç kes nayewê kes lêy zyatir bê
her bawik ełê kuřim çaktir bê
xurma genane û germey germaye
baqił giranîş mergî ledwaye
giranî ême her be hewese
kes nîye biłê: îḧtîkar bese
ełên nan û mast eden be pîran
dway ewe dayan ehêłne bîran
hî waman heye bew nan û maste
řazîye bełam naydenê řaste
qedrî ’afîyet katê ezanîn
mindał hawar ka: birsîn, bê nanîn
be bednimekî kewtîne řojê
peşîmananman pencey ekirojê
xwa bika bemende leserman laçê
nek tewrdasî şeř hełmanpaçê