ełên ta ser bê řizqî le dwaye

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  704 Dîtin
ełên ta ser bê řizqî le dwaye
eme qewlêke baweř be xwaye
bełam aşkira be çaw ebînrê
le giranîda zor kes emrê
řizq le asman nayete zewî
şertî eweye to şwênî kewî
bełam newek swał lem mał û lew mał
be řencî şan û kesbêkî ḧełał
ba wicûd karî xwa kes nayzanê
merd dexate lay namerd bo nanê
nemdî pyawêkî pyaw dewłemend bê
pêy pyaw hemîşe debê le bend bê
ewey ke nayxiwa dewłetî zore
«małî xonexor bo çekme bore»
be xwa emane daxî diłmane
«nan ew naneye emřo le xwane»
řeşeba keyfî şewî lê têkdam
naçar wek qazî kwêr şew be tenyam
daxekem şûtî û kałekim tepî
tirozî kon bû sîs buwe řepî!
leser hîç ḧałî dinya namênê
gah bulbul, gah bayequş exwênê