sofî ełê: cîm le ’erş û qurşe

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  652 Dîtin
sofî ełê: cîm le ’erş û qurşe
hîç kes be doy xoy nayejê tirşe
řojê sofîye û řojê derwêşe
axuřî nîye, wek sing hełkêşe
xoy pêwa witî: bała şeş gezim
seyrim ken ezim wa hel’ebezim
ke hajey terzey le piř hate gwê
bo kun egeřa ke xoy têkutê
pyaw ew pyaweye xoy lê negořê
mirîşk ke teřa hêlkey dedořê
ew paraneyan da be telẍiraf
abřûy xoyan bird be laf û gezaf
řojê xełk eken be «îbnuzyad»
hezar swênd exon eçin bo cîhad
eger kefaret le swênd bidrê
genmêkî zor be feqîr ebřê
sibeynê ke dewr gořa her ewan
be «maskewe» ekewne meydan
herçî hełdesê nawî ře’îse
nazanin ewe piştên gurîse
xozge ew kesey ke nenasrawe
dexłî ne’ebû beser serawe