kewş diřa carê pîne ekirê

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  758 Dîtin
kewş diřa carê pîne ekirê
zor pîne kira pêy pyaw egrê
pêław û qebrî teng be azarin
dest teng û řûgirj herdû bêkarin
sed bizin swarî gamêş ekirê
înca pêławî pêman edrwê
ay pêxawsî çend baş bû caran
ne «kerete» bû ne kewş hełkêşan
êsta muḧtacî kereteyn hemû
bełkû pêławman bo hełkêşê zû
pyawî be temkîn řencî be bade
be loẍetî mîsir «cewad» gewade
le ḧîcaz nawî namûs «peşe»ye
xatû ayşêş lay ême «weşe»ye
parû gîraye qurg çarî awe
aw le bîn gîra kifnî cawe
hîç kes le piřê nebuwe be kuřê
ta debê be pyaw sed kifin edřê
ewey leser kar pyawî danabê
ebê serkarî pyawî dana bê
eger bipirsî dujmin lał ekey
eger bitirsî «’edu» zał ekey
lêde le sefî řendan têpeře
çarey pêşkewtin teşqełe û geře