herçend ke řadyo deng edatewe

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  714 Dîtin
herçend ke řadyo deng edatewe
gwê egirim bo řast be awatewe
yařebî małî diroyan şêwê
diroy wa deken ewendey kêwê
boye le diro napermûnewe
çunku řûbeřûy yek nabnewe
lemeyşa pencey cûlekey tyaye
xumî şêwawe, kewtote kaye
herçend qelekey «perwîn» eqřênê
le řadyo řastir qisey bo dênê
pişîle berew qîble çaw bişwa
mîwanêkî dê ker û bar le dwa
le têbînîda wek «îngilîz» waye
dû car epjimê naçête kaye
bełam kabrakey dostî «ełeman»
bê sebir û bê cext eçête meydan
segî har çiley tewaw bû emrê
herçî tûşî hat boye eygirê
hezar û nosed çilî tewaw kird
le çil û yekda haka «hîtler» mird
bexwa taqetî beşer nemawe
dinyay guł gułî kird em xwênawe