kar ke be zanist bot neçête ser

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  812 Dîtin
kar ke be zanist bot neçête ser
be heře meřo, řast bîdereber
berdê ke nezan bîxate naw aw
dernayê be sed ’aqłî benaw
şuşe ke le berd dirust ekirê
xoy gořî bergey berdê nagrê
çêştî «engînaz» le şaran bawe
lêre kes nayxiwa «kerteşî» nawe
xwa kar be ’aqił boye naspêrê
îş be hunerî xoy ejmêrê
yekê xerîkî «sike» lêdane
kîmyagere û muḧtacî nane
yekê xizmêkî le dûrî emrê
le piř dewłet û xezney pê ebřê
yekê «teḧsîlî ’alî» ebînê
bo mudîrîyek doş da’emênê
keçî lewlawe nexwêndewarê
bû be qaymqam çûne lay carê
wityan: çît zyade le pûre ayşê?
witî: ḧew! xo ew qende nakêşê!!
xwa şîrînî way be pare dawe
paredar xełkî eřwa bedwawe
ałtun ke nawî be zeř ebrê
nawî «zeř» dênî, ker but ezeřê
emane hemû filsê nahênê
parey paredar çene êşênê