dełek ke pêstî kewłî şahane

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  696 Dîtin
dełek ke pêstî kewłî şahane
nawî be «tisin» le naw nawane
nadir helkewtû, be řegez nîye
mirîşkîş řeşe û hêlkey sipîye
«fizunî lişkir nyayid be kar»
çîn û îtalya kewtûne hawar
îtalya lingî daye û têşka
«ẍarîbałdî» bo wa abřûy tika?
eme padaşî bê wefayîye
dom be serupê lexo bayîye
emane hemu be xwastî xwaye
kê eygut «yonan» jûr «îtalya»ye?
herçî berz fiřî ke kewte xwarê
serugwêlakî eşkê be carê
leşkirî îngilîz geyye «benẍazî»
wek şayî keran kewtine řimbazî
min şeřim nawê ba her şayî bê
piław xwardinman be xořayî bê
selkê çewender geyye pênc ane
hêşta pêm ełên bîkře herzane
ewî ke eyxiwa be badî hewa
bend û bawîşim exate dwa!!
gunay ew nîye dinyake waye
řyayî řutbe û xawen kewaye
herçî debînî kuştey kursîye
ewî xeřoye be xoy birsîye
«ga» leser piştî «masî» westawe
be kurdî tiřekełekî nawe