dinya kewtote xem û diłtengî

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  622 Dîtin
dinya kewtote xem û diłtengî
hatuwe beyekda wekû mûy zengî
dîsan mûy zengî ałozayewe
«qeřałî ḧebeş» kewte kayewe
de’way beranî řeş û sipîye
bizanîn xwastî xuda be çîye?
çend xoşe însan le cêyekî berz
seyrî dinya ka be bê tirs û lerz
«hîtler» yekaney belesey şeře
legeł beşerda be dawa û geře
«mataksas» emrê ew her zînduwe
bawkim be xwa, xwa emrî kirduwe
madey ker û gay «kifreḧmed» ḧeqe
were le daxa memre û meteqe
be ḧîsab emřo pişko ekewê
tofî çilûley çile eřewê
xozge emsałîş le kenarî «zełim»
lenaw nêrgisda řa’ekşam wek «bełim»
kenaçey poř û hajey befrawan
dengî edaye bendî dû’awan
satê le řadyoy şořş dûr ebûm
řadyom lêbuwe be awazey «bûm»
caran «cûleke» xumî eşêwa
be diro pyawyan ekird be kêwa
êsta karxaney diro řadwêye
hîç kes nazanê ke řast le kwêye
teb’î zemaneyş hîç řastî nawê
pyawî řast exen be bendubawê