ezanî boçî em řuje cwane?

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  630 Dîtin
ezanî boçî em řuje cwane?
şew awadebê, lêman penhane
leber eweye qedrî bizanîn
lêy weřist nebîn, sûk têy neřwanîn
legeł eweda lelayan waye
ke em dunyaye beřoj awaye
keçî hawînan xełk lêy bêzare
pyawî nazperwer lêy be haware
pende bo ewey zor le pêş çawe
eger řojîş bê, xełk lêy bêzawe
’eşqîş ke şêtî dênê beserda
şûrî manî’ey wesłe leberda
ke aşqe û maşqe zû beyek bigen
zorî pê naçê pişt le yek eken
êsta wêzête hêndey tê naçê
kiç legeł kuře, pirç hełdepaçê
boye hîç kuřê bo kiç şêt nabê
pêkewen leser nan û kebabê
caran kuř eygut: cergim kebabe
êsta xenîmî nan û kebabe
ay bo dewrey kon, dinya çend xoş bû
kuř be ’eşqî kiç mest û serxoş bû
be loye berg û be nan û awê
şa bû be ’eşqî serbedrawê
eger to xway xot binasî be dil
hemû meramit bo ebê ḧasił
xoşewîstî xwa xem eřewênê
ke xwat bû karit be kes namênê