řenc peyjeyeke pya ser’ekewî

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  711 Dîtin
řenc peyjeyeke pya ser’ekewî
ke distit berda bê ser ekewî
be kirde û koşî têkoşe wek şêr
destî manduwe leser sikî têr
temeł ke witî: wa heme eyxom
le dwayya ełê ay çîm kird bexom!!
ke to be nan û bergî kes nebî
eçîte řîzî yaranî «nebî»
dest pankeytewe le pê ekewî
ke le pêkewtî, ekewye newî
kem bixoy leşt bê ’îllet ebê
kem biłê serit selamet ebê
çawit le nanî dîwanî nebê
têrî lê naxwa be erxe nebê
kewtûyne dewrê dewrey řyaset
be meharete, nek be kyaset
xwêndewar boye naxene qełem
xoy be xwêndewar edate qełem
nazanê ewî be ’îlim enazê
hełkirdî dête ser nan û pyazê
řaste hemû çişt bedest xudaye
ewî «teşebus» neka le dwaye
çunku xwa nayê bê be kwêxay tu
ta xot neyjenî mast nabê be do
«leyْse lîlْ’îynْسەانی îylّەا مەا se’ey»
le pêşda se’î, lepaşa du’a