pyawî pîr ta bêt guřî kem ebê

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  1428 Dîtin
pyawî pîr ta bêt guřî kem ebê
darî wişk giřî wekû şem ebê
aw û pyaw mend û mon bin, bitirse
segî nehêngir, řamegre xirse
hendê řûbeřû zubanyan çewre
kewte paşmile dem deme tewre
pyawî demheraş ke leberewen
şêrî małewe, řêwî derewen
hendê be hîwan ke huner baw bê
biłê kê dîwye, zistan hetaw bê
zemanî mehdî xeyałî xawe
dinya be kilkî «ga» řawistawe
ta dest be kilkî ew «gaye» negrî
eger şêrîş bî le birsa emrî
manga be dizî «keł yegirt» caran
êsta kełega ênin le şaran
be «tilî lî lî» mangay bo debeyn
em bê şermîye taze kewte beyn
řutbey ḧał û mał hemûy bo zewqe
ke zewqit nebû, mał le lat tewqe
xo eşîzanîn ke naybeyne goř
nayxoyn bo ewe ke zortir bê zor
em pend û bende ke le pêş çawe
le řastî hendê wek bendubawe
«se’dî» witûye ke be xwa bendî
derwêşî xoşe, nek dewłemendî
legeł eweyşda dewłet şîrîne
ême wek «mêş» û dinya «hengiwîne»